Tevgera Komunîst a Şoreşger: 12’ê Adarê ji bo gelê Rojava vejîn e

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Tevgera Komunîst a Şoreşger, bi boneya 18’emîn salvegera Serhildana 12’ê Adarê daxuyanî dan û şehîdên serhildanê bibîranîn. Di daxuyaniyan de hate gotin, “Şoreşa Rojava êdî berhema têkoşîna hemû gelê herêmê ye û tu êriş wê nikaribin vê yekitiyê têk bibin. “

Tevgera Komunîst a Şoreşger (TKŞ) bi boneya 18’emîn salvegera Serhildana 12’ê Adarê daxuyaniyek da û diyar kir ku 12’ê Adarê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê vejîn e.

TKŞ’ê da xuyakirin ku gelê Kurd gavên xweparastin û birêxistinbûyînê bi lez avêtine û veguherandine Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya 2012’an û wiha got:

Tevgera Komunîst a Şoreşger: Paşeroja Gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nava şoreşa Rojava de ye

“Şoreşa Rojava ku li ser şopa Serhildana Qamişloyê pêk hat, plan û projeyên rejîma Baas a faşîst a şovenîst têk birin.

Li Rojhilata Navîn mînaka jiyana azad û wekhev afirand.

Îro her netewe û pêkhateyek di nava şoreşa me ya demokratîk de bi dilxwazî û wekhev dijî.

Paşeroja gelên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nava şoreşa Rojava de ye.”

TKŞ’ê anî ziman ji ber vê yekê rejîma Baasê û dewleta Tirk a şovenîst êrişên xwe yên li dijî şoreşê didomînin û got:

“Şoreşa Rojava êdî berhema têkoşîna hemû gelên herêmê ye û tu êriş dê nikaribe vê yekitiyê têk bibin. ”

Tevgera Komunîst a Şoreşger: Divê hikûmeta Şamê şoreşa me nas bike

Di dawî de Tevgera Komunîst a Şoreşger bang li hikumeta Şamê kur ku dest ji polîtîkayên xwe yên komkujiyan berde û şoreşê nas bike.

HDP: Bi mezinkirina têkoşînê re em ê xwedî li bîranîna qurbaniyan derkevin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî bi wesîleya 18’emîn salvegera Komkujiya Qamişlo daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HDP’ê diyar kir armanca esasî ya Komkujiya Qamişlo, daxwazên azadiyê yên gelê kurd bû û ev tişt got:

“Rejîmên yekperest, zordest û otorîter wisa bawer dikin ku dê hebûna xwe bi qirkirin û tunekirina gelan biparêzin.

Rejîma Baas ku di serî de Qamişlo gelek komkujiyên din kirin, niha li ber mirinê ye.”

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê qurbaniyên komkujiyê bi minet bi bîr anî û got:

“Tekane rêya dilsoziya bi bîranîna qurbaniyan re ew e ku em têkoşîna xwe ya demokrasî, azadî û wekheviyê mezintir bikin.”

Back to top button