Peymana korîdora genim 4 mehan hat dirêjkirin

Ji bo dirêjkirina peymana korîdora genim a navbera Rûsya û Ukraynayê de lihevkirinek pêk hat.
Hat ragihandin ku peyman wê 4 mehên din bê dirêjkirin.

Peymana korîdora genim a di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku Tîrmeha borî li Stenbolê hatibû îmzekirin û di 19’ê Mijdarê de bi dawî dibe, tê dirêjkirin.

Ukrayna peyama ji bo dirêjkirina peymanê lihevkirinek çêbûye ragihand.

Wezîrê Binesaziyê yê Ukraynayê Oleksandr Kubrakov li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku peymana bi fermî bi navê Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş tê binavkirin wê 120 rojan bê dirêjkirin.

Kubrakov diyar kir ku peyman wê “di şert û mercên heyî” de bimîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî got:

“Em pêşwaziyê li peymana hemû aliyan a ji bo dewamkirina Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş ji bo hêsankirina hinardekirina bi ewle ya dexl, xurek û gubre ji Ukraynayê bi rêya deryayê dikin.”

Guterres her wiha soza Neteweyên Yekbûyî dubare kir ku wê astengiyên li pêşiya hinartina xurek û gubre ya Rûsyayê bi tevahî rake.

Daxuyaniya Guterres ji aliyê Navenda Koordînasyona Hevbeş a ku çavdêriya bicihanîna sozên di çarçoveya peymana genim de dike û xebatên di vî warî de koordîne dike, hat parvekirin.

Di vê navenda li Stenbolê de, nûnerên Rûsya, Ukrayna, Tirkiye û NY hene.

Peymana korîdora genim di 22’ê Tîrmeha 2022’an de bi navbeynkariya Tirkiye û NY li Stenbolê hatibû îmzekirin.

Di dema pêvajoya korîdorê ya navbera 1’ê Tebax heta 29’ê Cotmehê de 195 keştiyên ji genim barkirî gihiştin benderên diyarkirî.

Hat diyarkirin ku ji sedî 47 genimê di korîdorê re derbas bûyî bû Ewropa,

ji sedî 20 bo Asyayê,

ji sedî 16 bo Tirkiyê,

ji sedî 13 bo Afrîkayê

û ji sedî 4 jî derbasî welatên din yên Rojhilata Navîn hatiye kirin.

 

 

Back to top button