Pyongyangê moşekek ber bi derya Japonya ve ceriband

Koreya Bakur ranaweste.
Ceribandina moşeka balistîk ya ber bi Derya Japonyayê ve, careke din ev welat xistin nav tevgerê.
Fermandariya Seûlê ragihand ku rêveberiya Pyongyangê moşekek balistîk ber bi Derya Rojhilat ve avêtiye.

Ji despêka salê ve, her dengê moşekek ji nava Koreya Bakur tê, rêveberiyên Koreya Başûr û Japonya dikevin nava alarmê.

Hikumeta Pyongyangê moşekek din ya balistîkî ceriband.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Hevbeş, mûşekeke balîstîk a menzîl kurt a ku ji Kangwon a li peravên rojhilatê Koreya Bakur hat avêtin, li nava derya Deryaya Japonyayê ketiye.

Ceribandina moşekê li gorî saeta herêmî saet 10:48’an pêk hat.

Hikûmeta Japonyayê ragihand ku îhtîmala ketina moşeka balîstîk a li herêma aborî ya taybet a neteweyî ya Japonyayê hê di qonaxa piştrastkirinê de ye.

Sekreterê Kabîneya Japonyayê Matsuno Hirokazu ragihand ku zanyariyên li ser moşekê di qonaxa analîzê de ne û welatê wî wê li ser hevkariya Amerîka û Koreya Başûr dewam be.

Pirsgirêka “Îsrar û Tundiyê”

Hêjayî gotinê ye, ev ceribandin piştî ku rêveberiya Pyongyangê gefa eger Amerîka li ser “kampanyaya berferehkirina astengkirinê” ya li herêmê bidomîne ew ê çalakiyek leşkerî “bi tundtir” pêk bîne, hat.

Wezîrê Karê Derve yê Koreya Bakur Choe Son Hui got,

“Amerîka her ku di ‘pêşniyara xwe ya pêşdebirinê ya berfireh” ya ji bo hevalbendên xwe de israr bike û çalakiyên xwe yên leşkerî yên provokatîf li Nîvgirava Koreyê zêde bike, wê rûbirûbûna leşkerî ya Koreya Bakur ewqas dijwartir bibe.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Koreya Başûr Moon Hong Sik diyar kir ku hevkariya ewlehiyê ya di navbera Koreya Başûr, Amerîka û Japonyayê da pir girîng e.

Back to top button