Meclisa Kantona Hesekê bang li civaka navneteweyî kir rê li pêşiya bobelateke mirovî bigire

Dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Kantona Hesekê sûcê mirovahiyê dike.
Çeteyan av li ser zêdeyî milyonek kesî qutkiriye û di meha remezan û metirsiya Coronayê de rewş zehmete.
Ji ber vê yekê Meclisa Kantona Hesekê bang li civaka navdewletî kir ku zextê li dewleta Tirk bike û rê li pêşiya bobelateke mirovî bigire.

Meclisa Kantona Hesekê der barê qutkirina ava stasyona Elokê ya ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve daxuyaniyek da.

Meclisê destnîşan kir ku ji destpêka dagirkirina Serê Kaniyê, dewleta Tirk û çeteyên wê ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê, gundewarên wê û bajarê Til Temrê qut dike.

Meclisa diyarkir ku qutkirina avê sûceke dijî mirovahiyê ye wiha got:

Qutkirina avê bi hatina havînê û bilindbûna pileya germbûnê û belavbûna vîrûsa corona rewşê aloztir dike.

Ev yek bandoreke neyînî li ser pêkanîna tedbîrên pêşîlgirtina vîrûsê dike.

Meclisa Kantona Hesekê bang li civak, rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser zextê li
dewleta Tirk bikin da ku ava stasyona Elokê berde û di encamê de rê li pêşiya keraseteke mirovî bigire.

Back to top button