Qamişlo..ji duh heta danê nîvroya îro agirbest hatiye ragihandin

Li Qamişloyê, ji bo rawestandina şerê di navbera Asayîş û çekdarên Dîfaa El-Wetenî de, ji duh êvarî û heta îro nîvro, agirbestek hatiye ragihandin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji hêzên Asayîşê girtiye, ev agirbest bi navbenkariya Rûsyayê pêk hatiye.

Fermandarên meydanî yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li xetên şer, ji endamên xwe xwest ku li gorî agirbestê tev bigerin.

Lê çekdarên Dîfaa El-Wetenî guh nedan daxwazên agirbestê û dubare ew kirin armanc.

Hêzên Asayîşê jî bersiv da û navendeke leşkerî ya van çekdaran a bi navê “Mefrezaya Lîlo” kontrol kir.

Paşê dîsa Rûsya destwerdan kir ku li gorî agirbestê tev bigerin.

Ji wê çaxê û heta niha tiştek tune ye, lê dem bi dem dengên fîşekan tê bihîstin.

Back to top button