Li Sûrî..Pergala asîmanî hat armanckirin, jimaerk leşker hat kuştin û birîndarkirin

Artêşa Îsraîlî, careke din pergala parastina asîmanî ya hikumeta Şamê li Şama paytext armanc kir. 

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh bi şev artêşa Îsraîlî bi mûşekan êrîşî navçeya el-Dimêr a li rojhilatê Şamê kir.

Li gorî Çavdêriyê, ev êrîş pergala parastina asîmanî ya hikumetê kir armanc û tê de, jimareke hêzên parastinê hat kuştin û birîndarkirin û betariyên pergalê jî hatin rûxandin.

Her wiha ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA jî ragihand ku parastin asmanî bersiva êrîşan da û hin mûşek anîn xwarê.

Back to top button