Şêniyekî Dêrikê bi tuhmeta ku bavê şehîdekî YPG ye ji aliyê hêzên PDK”ê ve hat girtin

Şêniyekî Dêrikê bi tuhmeta ku bavê şehîdekî YPG’ê ye zarokên wî alîgirên Rêveberiya Xweser in, li ser deriyê Pêşxabûrê dema ku derbasî rojavayê Kurdistanê dibû, ji aliyê desthilata PDK’ê ve hate girtin.

Şêniyê ku hatiye girtin Nayif Elî Hesen e.

Di vê derbarê de malbata wî got ku wî 1’ê Nîsanê serdana Başûrê Kurdistanê kir û bi awayekî fermî di dergeha Sêmalka û Pêşxabûr derbas bû û serdana piranî bajarên sereke yên Başûrê Kurdistanê kir û wiha dewam kir:

Îro destûra wî bi dawî dibe û berê xwe da dergeha Pêşxabûr da ku vegere Dêrikê.

Dema ew gihaşt dergehê, Asayîşa PDK’ê ew sekinand û çend saetan lêpirsîn pê re çêkir, piştre girtin û nehişt ku di derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Nasên malbata Nayif li başûrê Kurdistanê destnîşan kir ku bi rêya endamên ENKS’ê yên li Rojava navê bavê wan bi raporekê gihaştiye Asayîşa Dihokê ku ew ji alîgirê Rêveberiya Xweser e, kurekî wî di kanala Ronahî TV de pêşkêşvan e û kurekî wî yê din jî şehîdê YPG’ê ye û li gorî vê hate girtin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

 

Back to top button