Çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî ya bi armanca azadiya Rêber Ocalan hatibû destpêkirin, vê hefteyê jî dom kir.
Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a her roja Çarşemê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li pêşiya Ofîsa Netewên Yekbûyî ya bajarê Cenevê yê Swîsreyê tê lidarxistin, dewam e.
Kurdistanî di saetên sibê de li konê berxwedanê ya li pêşiya NY’yê hate danîn kom bûn.
Li ser navê girseyê Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Salih Saglam axivî.
Salih Saglam diyar kir ku heta Rêber Ocalan azad nebe, wê li qadan bin û xwedî li berxwedanê derkevin û wê têkoşînê bigihînin serketinê.
Nûnerê Federasyona Karkerên Koçber ên Ewropa (Aveg-Kon) Alî Orak jî axivî û bang kir ku bila her kes xwedî li daxwazên gelê Kurd a azadiya Rêber Ocalan derkevin.