Li Amerîka meclisa nûneran ket destê komargeran

Di hilbijartinên navberê yên Amerîkayê de encamên dawiyê zelal dibin.
Di demekî ku jimartina dengan dewam dike de, Komargeran li Meclisa Nûneran jimara kursiyên xwe gihand 218’an.
Bi vê yekê re li meclisê piraniya pêwist ket destê Komargeran.

8’ê Mijdarê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) hilbijartinên navberê pêk hatin.

Welatî ji bo diyarkirina nûnerên xwe yên li meclis û kongresê deng dan.

Di demekî ku encama hilbijartinê yên dawî ne hatî ragihandin de, Partiya Komarger li Meclisa Nûneran piraniya pêwist ya kursiyan bidest xist.

Hîna jimartina dengan ya li eyaletên herî jimara dengdêran lê zêde yên weke California û Colorado dewam dike.

Li gor nûçeya Associated Press (AP), Komargeran navçeyek din li Kalîforniyayê bi dest xistin.

Bi vê yekê re, jimara kursiyên li Meclisa Nûneran derket 218’an.

Bi gotineke din ev yek tê wateya piraniya kursiyên li meclisê bidest xistiye.

Ji aliyekî din ve, Demokratan heta niha 210 kursî bi dest xistine, lê 7 navçe li Calîforniya û Koloradoyê hene ku hîn encamên wan ne diyar in.

Ji van 3 Komarî û 4 jî Demokratin.

Partiya ku 218 kursiyên Meclisa Nûneran bi dest xistiye, piraniyê bi dest dixe.

Bi vê yekê re, serokatiya komîsyonê jî di nav de Serokê Meclîsê jî bidest dixe.

Kevin McCarthy ku tê payîn bibe Serokê Meclisa Nûneran li ser hesabê xwe yê Twîtterê serketina Komargeran eşkere kir û wiha got:

“Komarparêzan (Seroka Meclisa Nûneran Nancy) Meclisa Nûneran ji Pelosi stand. Gelê Amerîka amadeye ber bi rêyek nû û endamên komarger yên li Meclisa Nûneran jî ji bo vê yekê amade ne.”

Biden: Em amade ne bi Komargeran re bixebitin

Serokê Amerîka Joe Biden pîrozbahiya McCarthy kir û got; ew amade ye bi Komargeran re bixebite.

Biden got:

“Wekî ku min hefteya borî got, paşeroj pir bi qîmet e ku merov nekeve destê şerên siyasî.

Gelê Amerîkî dixwaze em ji bo wan kar bikin.

Ew dixwazin em bala xwe bidin ser tiştên ku ji wan re girîng in û jiyana wan baştir bikin.

Li Meclisa Nûneran Komarger û Senato Demokrat li pêşin

Li Meclisa Nûneran ket destê Komarger û Senato jî di destê Demokratan de ma.

Li gorî qanûnên Amerîka, dema jimara Senatoran weke hev jî be wê demê Seroka Meclisa Nûneran Kamala Harris ya Demokrat dikare deng bide û vê hevsengiyê ji holê rake.

Serketina Komarîyan di Meclisa Nûneran de rojek piştî wê yekê hat ku Donald Trump, bi fermî namzediya xwe ji bo hilbijartina serokatiyê yên sala 2024’an ragihand.

Back to top button