Îran..Rojnamevanê muxalif Ruhullah Zem hate darvekirin

Rejîma Îranê rojnamevan, berpirsê Kanala Amadnews a telegramê Ruhulah Zem bi darve kir.

Ragihandina fermî ya Îranê IRNA vê sibehê ragihandin ku Berpirsê Kanala Amadnews a telegramê Ruhulah Zem piştî ku biryara darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hate erêkirin îro hate darvekirin.

Amadnews, di sala 2015’an de li ser malpera civakî Telegramê destbi weşana xwe kir. Amadnews weşangeriyeke muxalîf dikir, di demek kurt de ji aliyê zêdeyî mîlyonek kes ve hate şopandin. Piştî 2 salan desthilata îranê Amadnews girt.

Piştî ku Amadnews hate girtin, rojnamevan Zem malpereke nûçeyan a bi navê Sedaimardom (Dengê Gel) vekir û edîtoriya vî malperê dikir. Ev malper jî gelek hate şopandin.

Zem demeke dirêj li Fransayê ji ber fikrê xwe li sirgûnê bû. Êdî bibû hemwelatiyê Fransayê jî.

Rojnamevan Zem di sala 2019’an de serdana bajarê Necef ê Iraqê dike û demê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve tê revandin.

Piştî lêpirsînê dişînin dadgehê. Di çarçoveya ‘dijberiya Xwedê’ bi 13 sûcan dihat sûcdarkirin.

Back to top button