Hevseroka Dugurê: Ti mafekî PDK’ê li ser Şengalê nemaya

11 roj in çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidîxanê bi komên cuda didome.

Di çarçoveya çalakiyên li dijî peymana Bexda-PDK ya li ser Şengalê de, şênî bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidîxanê, 2’yê Kanûnê li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan.

Çalakiya bi slogana “Em hemû Asayîş in, Asayîşa me rûmeta me ye”, îro di roja xwe ya 11’an de didome.

Hevseroka Komelgeha Dugurê Hedolê Şemo têkildarî gefên serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku gotibû hêzên ne rewa li Şengalêye axivî.

Hedole Şemo diyar kir ku ti heqê Mesrûr Barzanî û PDK’ê li ser Şengalê nemaye, me 3 Tebaxê ji bîr nekiriye, emê ji gefên ti kesî netirsin.

Back to top button