Erdogan berê çeteyên xwe da Somalê

Dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê eşkere kir ku serokomarê Tirk Erdogan ferman daye saziyên ewlehiyê ku çeteyan bibin Somaliyê.

Tora El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêrê rojnameyeke Tirkiyê, da zanîn ku xebatên veguhastina çeteyan dê bi rêya koordîneya bi milîsên Somaliyê yên alîgirên Erdogan ên li herêmê pêk were.

Çavkaniyan destnîşan kir ku alîgirên Erdogan li gundê Meydan Ekbes ê li bajarê Efrînê yê dagirkirî, 12’ê Mijdarê bi armanca şandina çeteyên ji Somaliyê re, civînek li dar xistiye.

Li gorî heman çavkaniyan, di civînê de mijarên amadekirina baregehên leşkerî ji bo perwerdekirina çeteyan beriya ku bişînin Somaliyê, hatine nîqaşkirin.

Her wiha çavkaniyan anî ziman ku gelek serçeteyên Sûriyê ev yek qebûl nekiriye, lê piştî ku îstixbarata Tirkiyê zext li wan kir, neçar mane ku qebûl bikin.

Back to top button