“Li başûrê sûdanê bi dehezaran kes bêxwarin mane”

Di raporeke ku ji aliyê pisporên Parastian Zad ya navneteweyî ve hatî amadekirin de hate got, li başûrê Sûdanê bajar di nava pencên xelayê de ye û li 5 bajarên din bi dehezaran kes di nava birçîbûnê de ne.

Li gorî raporê, li rojavayê bajarê Pibor ji ber barana zêde, lêhî û bûyerên tundiyê yên li herêmê alîkariyên mirovî nikarin bigihêjin herêmê.

Ji ber vê yekê xelaya li herêmê gihaye “Asta Krîzê” û ji bo vê yekê fikar zêde dibin.

Di raporê de tê gotin, ji ber agahiyên têrker bidest neketine, bi awayekî fermî xela ne hatiye ragihandin.

Ji sedî 20 di her xaniyekê de pêwistiyên xwarinê nayên peydakirin û ji sedî 30’ê zarokan, ji ber birçîbûnê zu bi nexweşiyandikevin.

NY ji bo rewşa heyî hişyariyê dide.

Başûrê Sûdanê rapora hatî weşandin red dike û dibêje xelayek bivî awayî li herêmê nîne.

Li gorî raporê li seranserê cihanê bi giştî 11 milyon zarokên temenê wan kêmî 5 salî ne, ji ber birçîbûnê bi mirin re rûbirû ne.

Back to top button