Salvegera 5. a qedexeya derketinê ya li Cizîrê

Di ser qedexeya ku li navçeya Cizîrê hat ragihandin re 5 sal derbas bûn.Ji wan rojan tenê gotinên “Me serî netewand” di bîra mirovan de man. Lê êşa ku hat jiyîn hîna wekî roja ewil di dilê mirovan de nû ye.

Qedexeya derketina derve ya navçeya Cizîr a Şirnexê ku 14’ê Kanûna 2015’an hat ragihandin, heta 2’ê Adara 2016’an, yanê 79 rojan dewam kir.

Di vê qedexeyê de nêzî 300 kesî jiyana ji dest da, bi sedan kes birîdar bûn û bi hezaran jî ji cih û warên xwe koçber bûn.

Ji ber çekên ku hatine bikaranîn jî nêzî 3 hezar xaniyan zirar dîtin.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’î ev qedexe wekî “Tabloya dişibe qiyametê” pênase kiribû.

13’ê Tebaxa 2015’an şêniyên Cizîrê xwestibûn, xwe bi xwe bi rêve bibin û xweserî ragihandibûn.

Ji ber vê biryara gel, hikûmetê li dijî siyasetmedarên kurd operasyonên girtin û binçavkirinê dest pê kirin.

4’ê Îlona 2015’an jî Waliyê Şirnexê qedexeya derketina derve ragihand.

Jinan hem taxên xwe parastin û hem jî nan pijandin

Ji roja yekem a qedexeyê de şêniyên Cizîrê ketin berxwedanê û taxên xwe parastin.

Jinên li Cizîrê, tevlî berxwedana li taxan bûn hem taxên xwe parastin hem jî nanê xwe pijandin.

Li Cizîrê di qedexeya ku di serî de 9 rojan dewam kir de 22 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokên Meclisa Gel Mehmet Tunç û Asya Yuksel, siyasetmedar, rojnameger û gelek kes di jêrzemînan de asê man, bi awayek hovane hatin şehîdxistin.

Mehmet Tunç ku digot:

“Me serî netewand. Mirovên ku sax mane bi me serbilind bin û Cizîrê nakeve” nayên jibîrkirin.

Êşa ku şêniyên cizîrê jiyan hîna wekî roja ewil nû ye.

Piştî qedexeyan li cihê ku gelek kesî jiyana xwe ji dest da xaniyên TOKÎ’yê hatin avakirin.

Heta niha jî cenazeyê 14 kesan nehatine dîtin û malbatên wan ji bo DNA’yê xwîn dane.

Heta niha der barê 70 kesên hatin kuştin de, dosyaya wan bê encam lêpirsîn hat dawîkirin.

Der barê gelek kesên jiyana xwe ji dest dan jî bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” biryara kuştina wan li gorî hiqûqê ye dan.

Cizîr bûye girtîgeke vekirî..

Piştî qedexe bi dawî bû, li gelek kuçe û kolanan bendên kontrolê hatin danîn.

Mirov dikare bêje ku Cizîr bûye girtîgeheke vekirî.

Li dijî qedexeyan berxwedan mezin dibe

Li dijî qedexeyên ku zêde bûne jî li bajêr sekna gel û berxwedana wan dewam dike.

Back to top button