Têkoşîna gelê Kurd ya eşkerekirina komkujiyên Parîsê didome

Di 9’ê Cotmeha 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an li paytexta Fransa Parîsê li dijî şoreşger û pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê komkujiyên hovane pêk hatin. Tevî ku dewleta Tirk ev êriş di encama bazariyên qirêj ên bi dewletên Ewropayê re pêk anî lê heta niha jî li ser van êrişan tên girtin.Têkoşîna gelê Kurd ya eşkerekirina van komkujiyan jî bê navber didome.

Bajarê Parîsê yê Fransayê gelek caran buye navenda êrişên li ser Kurdan û li dijî kesayetên pêşeng û şoreşgerên Kurd komkujî pêk hatine.

Piştî komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ku 3 jinên Kurd yên şoreşger hatin şehîd xistin, 23’ê Kanûna 2022’an komkujiyeke din pêk hat.

Li navenda Çandê ya Ehmed Kaya ya li Parîsê, sê welatparêz û şoreşgerên Kurd, Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî) Hunermend Mîr Perwer û Ebdulrehman Kizil di êrişeke çekdarî de şehîd bûn.

Gelê Kurd ev êriş weke Komkujiya Parîsê ya duyemîn bi nav kir.

Çendî ku dihate zanîn ev her du komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kirin jî lê dewleta Fransayê ev yek eşkere nekir.

Bi eşkerekirina navên du kesan xwest xwe ji vê berpirsyariyê xilas bike.

Di komkujiya yekemîn a Parîsê de hate ragihandin ku kesekî bi navê Omer Guney êriş pêk aniye û ev kes kîye û aqubeta wî çi bû nehat eşkerekirin.

Di komkujiya duyemîn a Parîsê de jî hate ragihandin ku kesekî nijadperest yê bi nave William Malet yê 69 salî êriş pêk aniye.

Dewleta Fransayê careke din bi gotina, “nijadperestî û dijminatiya li dijî bîyanî û penaberan” xwest li ser vê buyerê jî bigire.

Her çiqas Fransa û dewletên din yên Ewropayê ev komkujî ronî nekiribin jî eşkere ye ev êriş di encama hevkariya wan û dewleta Tirk de pêk hatin.

Ji dema avabûna komara Tirkiyê heta roja îro dewletên Ewropayê çavên xwe li êrişên dijî Kurdan digirin û piştgiriyê din dewleta Tirk.

Ev her du komkujî weke berdewama êrişên din yên li ser gelê Kurd, di encama bazariyên siyasî û aborî de hatin kirin.

Ji ber berjewendî û bazariyên qirêj dewleta Fransayê heta niha jî kujer eşkere nekirine û di bin gumanbariyê de ye.

Ev êrişa li Parîsê li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û tevgera azadiyê ya jinên Kurdistanê hate kirin.

Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî bê navber û bi bîryardarî têkoşîna xwe didomînin da ku komkujî bên eşkere kirin.

Back to top button