Şehîd Evîn Goyî 34 salan têkoşîneke bê hempa meşand

Ew çi eşqa ebedî ye li ser dil xwe bi cih kiriye: Dil bi weslê te têr nabe û nabe dil.
Tu ew rindî rinda çiyayê Şanstêrk. Ji dil dernayê rûkenî û Evîniya te.
Heware li ser çiyayê Zagros û Kela Memê.
Qîr dike Herekol û deng vedide li Cudî. Gabar di hizûra te de radibe ber secdê û sond dixwe bi delaliya te û gazî te dike.
34 salên têr û tijî bi têkoşîn û berxwedaniyê jiyana xwe domand.
Jiyana ku hilbijartibû bi zanist jiyan kir û vê yekê di tevahî sekna xwe de, têkiliyên xwe de da diyar kirin.
Taybetmendiyê civaka exlaqî û polîtîk ya civakbûyînê, heskirin, hûrmet û yekgirtinê di nava xwe de dihewîne, jiyan û civaka xwe jî li ser vê bingehê perwerde dike.
Ango bi çanda jin-dayîk jiyan dikir û vê yekê jî dida jiyîn.

Weke jinên Kurd di her dema dîrokê de berxwedana me a li dijî pergala mêr serwer û mêtingeriyê çêbûye.

Botan yek ji qadên me ye ku ev berxwedan di şexsê jinê de lê gihiştiye lûtkeyê.

Lewma jinên Botanê her tim bi wêrekiya xwe hatine bîranîn, berxwedan û neteslîmbûna wan ji hemû Kurdistanê re bûye îlham.

Emîne Kara 1974’an li gundê Hilal ê girêdayî navçeya Qilabanê ya Şirnexê di nava kevneşopiya berxwedanê de ji dayik dibe.

Bi çanda welatparêziyê mezin dibe.

Ji Eşîra Goyîyane. Cihê lê mezin buye dilê Botanê ye.

1984 li Dihê û Şemzinanê pêngava 15’ê tebaxê destpêkir.

Bi fîşeka bi pêşengiya heval Egîd hatî teqandin, li warê wan jî bandoreke mezin kir.

Dilê Evîn bi kele kel ji bo doza azadiyê lê dide.

Wê di nava salan de pêşengî ji gund û tevgera jin re kir.

1988’an Evîn jinek ciwan 14 saliye.

Lê dilê wê qasî dozekê himêz bike mezin e, gihaye û serwext e.

Dibihise ku Rêber Apo nirx dide jinê û PKK partiya jinan e.

Berê xwe dide çiyayê Azad.

Pêşiyê gav bi gav li Botanê digere.

Xwe di hunera şer de pêş dixe.

Di wan salên tên gotin jin nikare şer bike, bi temenê xwe yê ciwan pêşengî û fermandariyê dike.

Pir zû bîrdoziya PKK’ê, şêwazê wê û nêrîna wê li şer fêhm dike û li gorî wê xwe rêxistin dike.

Di pêvajoyên partîbûn û artêşbûnê de ji tevgera jina Kurd a azad re pêşengî kir û di hemû pêvajoyan de bi rola xwe rabû.

Ji bo pêşdebirina xebatên jinê, xeta têkoşînê ya Rêber Apo gihandiye hemû qadên ku ew derbas bûyê.

Bi çavê jinê li hemû xebatan dinêrî. Rengê jinê tevlî hemû xebatan kir û bû yek ji parêzvanên herî hêja ya xeta azadiya jinê.

Piştî demeke dirêj a têkoşînê derbasî qada perwerdeyê ya Rêber Apo dibe, paşê vedigere welêt.

Xwe di felsefeya azadiyê û rastiya Rêbertî de kir pispor.

Ew hevrêya Sakine Cansiz, Sara ye.

Evîn a girêdayî doza azadiyê dema behsa heval Sara dike heman behsa kesayeta xwe dike.

Heval Evîn piştî despêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê berê xwe divê wê derê û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerê jiyana azad û rûmetê li herî pêş dimeşîne.

Li vê qadê jî pêşengî kir ku Şoreşa Rojava bibe şoreşeke jinê.

Evîn Botan 34 salan ji bo sedsala 21’an bibe sedsala jinê 24 saatan têdikoşe.

Di van salên têkoşînê de li kudera Kurdistanê pêwîstî hebûya, hevrê Evîn bêyî teredut berê xwe daye wê deverê.

23’ê Kanûna 2022’an mîna komkujiya Parîs a yekem Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bû hedefa hêzên dagirker.

Back to top button