Artêşa Lîbî erê dike û Wîfaq beşdariya xwe bi vekişîna wê ve girê dide

Di wextekî de ku parlamena Lîbî li ser civînên agirbestê erê kir, hikumeta Wîfaqê beşdarbûna xwe bi vekişandina hêzên Xelîfe Hefter ji Terablusê ve girêda. Her wiha ji bo nîqaşa rewşa Lîbyayê, wezîrên Derve yên Almanya û Cezayîrê bi serkêşê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter re rûniştin.

Li gel lidarxistina civînên komîteya danûstandinên Lîbî bi serperiştiya NY li Civêvê, parlamena Lîbî ku girêdayî Artêşa Niştimanî ye, duh hejamrek merc ji bo beşdariya xwe ragihand.

Parlamenê teqez kir ku divê kesên beşdar di bin sîwana wan de bin û divê xebatên komîteya danûstandinan bi awayekî zelal werin destnîşankirin.

Li gorî parlamena Lîbî, divê danûstandin di demeke diyarker de pêk werin û mekanîzmeyên pêkanîna wan jî destnîşan bibin.

Hikumeta Wîfaqê jî beşdariya xwe bi “vekişandina artêşa Lîbî” ango hêzên Hefter ji Terablusê girêda û ev yek li ser zimanê parlamenterê xwe Hemûde Seyala ragihand.

Wezîrên derve yên Almanya û Cezayîrê bi Xelîfe Hefter re rûniştin

Li aliyeke din jî, ji bo nîqaşkirina rewşa dawî ya Lîbyayê, wezîrên Derve yên Almanya û Cezayîrê serdana Bengazî kir û bi serkêşê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter re rûniştin.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ragihand ku Xelîfe Hefter, li Bengaziyê, bi Wezîrê Derve yê Almanyayê, Heiko Maas re rûnişt.

Her wiha Wezîrê Derve yê Cezayîrê, Sebrî Bûqidûm jî, serdana Bengazî kir û bi Xelîfe Hefter re rûnişt.

Wezîrê Derve yê Cezayîrê paşê bi serokê hikûmeta Demkî Ebdulellah El-Senî re civiya.

Li gorî agahiyan, wê Bûqadûm vexwendina seokomarê Cezayîrê Ebdulmecîd Tebûn ji bo ku Hefter serdana Cezayîrê bike, pêşkêşî bike.

Back to top button