Neteweyên Yekbûyî: Di 15 rojan de 80 kes li Idlibê hatine kuştin

NY rewşa li Idlibê bi ya herî tirsnak bi nav kir û ragihand ku ji 15 Çileyê û vir de bêhtirî 80 kes li Idilibê hatine kuştin.

Cîgirê Nûnerê giştî yê NY Mark Lowcock di civîneke Konseya Ewlekariyê de da zanîn ku “ji ber êrîşên hewayî û bejahî, bêhitrî 80 kesî ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin.” û got, “divê hemû alî li ser rawestandina şer li hev bikin.”

Rûsya: Divê terorîst werin tinekirin û neçin Lîbyayê 

Di heman civînê de, nûnerê Rûsya di NY de, teqez kir ku, “pêwîst e rêxistinên terorîst li Idlibê yên sivîlan weke mertal bi kar tînin û gefa çekên Kîmawî dixwin, werin tinekirin.”

Vasily Nebenzia (Vasîlî Nîbînziya) got “Rûsya pişta Artêşa Sûrî di tinekirina çavkaniyên terorîstan de digire û nehêle derbasî Lîbya û Afganistanê bibin.”

Back to top button