Midûrê Karên Avê ya Kantona Qamişloyê Xurşîd Oso ragihand ku dewleta Tirk ji bo çêkera nifûsê biguherîne, êrîşî unîteyên jiyanê yên bingehîn dike û got: “Her tim ev êrîşên wî yên hovane hebûn, lê tevî vê yekê jî her tim gel israr kir ku li ser xaka xwe bimîne û wê bimîne jî.”
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên sûcê dijmirovî, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Dewleta Tirk êrîşî îstasyonên avê, elektrîkê û bîrên petrolê dike
Midûrê Karên Avê ya Kantona Qamişlo Xurşîd Oso û yek ji rêveberên Saziya Elektrîkê ya Kantona Qamişlo ji ANF’ê re axivîn.
Xurşîd oso: dewleta tirk tu carî nikare îrada gel bişkîne
Oso bi bîr xist ku santrala elektrîkê ya ku pêdiviya elektrîka 4 îstasyonên avê ya Qamişlo bi cih dianî, hat bombekirin û ev tişt got:
“Qamişlo bajarekî mezin e, bi texmînî 1 milyon mirov li vir dijîn.
Gelek koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî hatine, li vir dijîn.
Dîsa Îstasyona Siwediyê elektrîk dida hemû qada Cizîrê.
Niha ji Dêrikê, heta Elok û Serêkaniyê bi temamî bêyî elektrîk û av maye.
Dewleta Tirk bi vî rengî nikare îradeya gel bişkîne.
Xurşîd Oso: Dibe ku mîna berê av neyê dayîn lê emê bi hemû hêza xwe bixebitin
Oso diyarkir ku wê mîna berê wê av û keherebe ne be, dê bi rêka jeneretoran pirsgirêka kehrebê çareser bikin ji bo avêjî wê hewilbidin bi hemû hêza xwe bixebitin.