Minbic-Di êrişên dagirkeriyê de 2 şervanên Meclisa lşkerî şehîd bûn

Artêşa Tirk a dagirker derdora bajarê Minbicê topbaran kir.
Di êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de, 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bûn û 1 jî birîndar bû.
Her weha li şehba jî nûqteyên hêzên hikumetê topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Îro danê êvarê, balafireke keşfê ya dagirkeran benda kontrolê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gund Diric bomberbaran kir.

Di encamê de, şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bû.

Li derdora Pira Qerqûzak a dikeve rojhilatê Minbicê jî, artêşa dagirker nuqteyeke Meclisa Leşkerî bombebaran kir.

Li vir jî, şervanekî meclisê şehîd bû û şervanek jî birîndar bû.

Dagirkeran, gundê El Toxar ê dikeve bakurê Minbicê jî bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de ziyanên madî yên mezin gihaştin zeviyên çandiniyê yên sivîlan.

Şehba-Artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin

Her weha, artêşa Tirk a dagirker bi balafireke keşfê ya bi çek nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Tinibê yê navçeya Şera bombebaran kir.

Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

Beriya wê jî, nuqteyên leşkerên hikumeta Şamê yên li derdora navçeya Til Rifetê û gundê Aqîbê yê Şêrawa kir hedef.

Di encamê de, leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû û 2 tank hatin rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker daristana navçeya Şêrawa jî da ber topan.

Şêniyên Reqa: Gel li ber çîrokên Civaka Navneteweyî tê kuştin

 

 

Back to top button