L’Humanite: Gomana bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Erdogan ve

Rojnameya L’Humanite bi sernavê di êrişên Erdogan ên li dijî Kurdan de, gomana bikaranîna çekên kîmyewî, balê dikşîne ser binpêkirinên artêşa Tirk li Kurdistanê.
Rojname dibêje, rojnamevan û doktorên banga lêkolîna serbixwe kirine, bi gefa Tirkiyê ya girtinê re rû bi rû ne.

Rojnameya Fransî L’Humanite di rûpela xwe a pêşî de behsa gomana wê yekê dike ku şefê rêjîma Tirk Erdogan di şerê li dijî Kurdan de çekên kîmyewî bikar tîne.

Rojname bi bîr dixe ku HPG’ê nasnameya 17 gerîllayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne eşkere kirin û dibêje:

Piştî vê daxuyaniyê, pispora tiba edlî Şebnem Korur Fîncancî diyar kir ku ji dîmenan xuya dike ku li dijî gerîllayên PKK’ê gazên jehrî hatine bikaranîn.

Û bang li aliyên pêwendîdar kir da ku lêkolîneke serbixwe pêk were.

Gelek rojnamevanên Kurd jî behsa heman mijarê kirin.

Lê ev yek bû sedema girtina wan ji aliyê dewleta Tirk ve.

Rojname wêne û dîmenên ji aliyê Ajansa ANF ve hatin belavkirin jî bi bîr dixe û cih dide vê tesbîta pisporê mijarê Dr. Jan van Aken:

Ji dîmenan xuya dike ku li dijî herdû gerîllayan gaza binav M-CPP hatiye bikaranîn.

Asta jehrê ya vê gazê pir zêde ye.

Nîşaneyên bikaranîna vê gazê jî pêşî ken, kêfxweşî û paşê jî kabûs, bêhntengî, kirîz û mirineke bi êş e.

Rojname hewldanên lêkolînkirina mijarê ji aliyê kesên pispor ve jî wiha bi bîr dixe:

Doktorê Siwêsrî Jan van Aken ên xwedî ezmûna 40 salî ye xwest li Bakurê Iraqê lêkolînan pêk bîne.

Lê ew ji aliyê hevkarê dewleta Tirk PDK’ê ve hat astengkirin.

Tevî van astengiya jî komîsyona ku çûbû Bakur Iraqê dikarî gelek belge û delîlên binpêkirinên dewleta Tirk kom bikin.

Di wextekî de ku ewqas belge li holê ne, tenê lêkolîneke di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de dikare piştrast bike ku dewleta Tirk li dijî şervanên PKK’ê çekên kîmyewî bikar anîn e a na.

Back to top button