60 Malbatên Êzidî vegeriyan warê xwe

Ji xelkê navçeya Til Izêr a Şengalê, 60 malbatên ku hatibûn koçberkirin vegeriyan warê xwe.

Ji Êzidiyên Şengalê yên ku ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 3’ê Tebaxa 2014’an koçberê kampa Şariye ya Dihokê bibûn, îro 60 malbat vegeriyan warê xwe.

Malbatên koçber bibûn, dema gihiştin Til Izêr ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê, Asayîşa Êzdîxanê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Şaredariyên gel yên Şengalê jî ketin tevgerê û alîkarî dan malbatên vegeriyane cih û warên xwe.

59 Malbatên din vegeriyan Şengalê

 

Back to top button