Li Qamişlo 8’emîn Mîhrîcana Çîrokên Kurdî bi beşdariya 21 çîrokbêjan dest pê kir.
Yekitiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê bi beşdariya 21 çîrokbêjan Mîhrîcana 8’an a Çîroka Kurdî da destpêkirin.
Mirîcan bi dirûşma “Çîrok Landika Dayîka Kurd e” li Parka Xwendinê ya taxa Xerbî ya Qamişlo li dar ket.
Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, gelek rewşenbîr, wêjevan û hezkiriyên wêjeya kurdî ji herêma Cizîrê beşdar bûn.
Destpêkê hunerên mûzîkî hatin pêşandan, piştre Omran Yunis, Naz Elî û Mihemed Baqî Mihemed çîrok xwendin.
Piştî wê pêşbirka pirs û bersivên çandî destpê kir.
Mîhrîcan, dê 5 rojan dewam bike, wê çîrok, çalakiyên cihereng li dar kevin.
Mîhrîcan wê 17’ê mehê bi diyarkirina çîrokên serkeftî bi dawî bibe.