HPG nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê 5 gerîlayên ku di Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina yên Medyayê şehîd bi rêzdarî bi bîr anî.
Hêzên Parastina gel diyar kir hevrêyê wanbi jiyan û têkoşîna xwe îspat kirin ku ew milîtanên Apoyî yê mînak in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne daxuynaiyek da.

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ev sed sal in li dijî gelê Kurd êrişên qirkirinê dimeşîne û wiha got:

“Di sala 2022’an de Zap di serî de li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfireh a dagirker daye meşandin.

Lê hewildanê dagirkeran rastî îradeya fedaî ya Apoyî hat.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hevrêyên me Tevar, Eylem û Rêncber bi bawerî û cesareteke mezin şer kirin û şehîd bûne.

Ev hevrêyên me bûne milîtanên herî bijarte yên partiya me PKK û PAJK’ê.”

HPG’ê diyar kir milîtanên mêrxas ên Rojava jî ji bo derbên giran li dagirkeran bixin, kedeke mezin dane û wiha domand:

“Hevrêyên me Reşîd û Êrîş ji bo pêkanîna pêdiviyên hevalên xwe yên li qadên şer û binesaziya berxwedanê xurt bikin, di êrişa dijmin de şehîd bûn.

Ev hevrêyên me yên hêja yên bi fedakarî têkoşiyan, bi jiyan û israra xwe ya di têkoşînê de bûne milîtanên mînak ên Apoyî.”

HPG’ê di serî de ji malbatên bi rûmet şehîdan re û hemû gelê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gêrîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Tevar Delal
Nav û paşnav: Mizgîn Ozer
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê Dê: Muhlîse
Navê Bav: Mehmet Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’yan, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Eylem Hêvî
Nav û paşnav: Eda Eroglû
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Navê Dê: Naîle
Navê Bav: Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’yan, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rênçber Metîn
Nav û paşnav: Reşît Kiran
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dê: Hezbiya
Navê Bav: Xelîl
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’yan, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Reşît Arîn
Nav û paşnav: Ahmet Adnan
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dê: Bedriye
Navê Bav: Adnan
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’yan, Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Êriş Avent
Nav û paşnav: Bessam Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê Dê: Nesrîbe
Navê Bav: Bahaddîn
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2022’yan Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button