Rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Rewşa çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî ber bi metirsiyê ve diçe. Pispor û cotkar dibêjin, ger heta hefteyekê baran nebare, çandinî dê zirareke mezin bibîne.
Cotkar daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin ku desteka çandiniyê bike.

3 sal in li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran kêm dibare.

Îsal jî Zivistan bi dawî bû lê hîna baran têra xwe nebariyaye.

Di zivistanê de tenê di meha Sibatê de hinekî baran barî.

Vê yekê jî, gefekî mezin li ser çandiniya bejî kir.

Di rewşa niha de cotkarên çandiniya bejî nikarin semadê li berhemên xwe bireşînin, ji ber ku pêdiviya berheman bi baranên sivik heye, da ku semad bihele û bigihêje rehên berheman.

5’ê Adarê Rêveberiya Xweser bi giştînameyekê, bihayê toneke semada Urea bi 630 dolarî diyar kir.

Mehran Ehmed: Ger heta hefteyekê baran nebare, rewş dê metirsîdar be

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Baran a Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mehran Ehmed diyar kir ku heke heta hefteyekê baran nebare, rewş dê metirsîdar be.

Pisporê çandiniyê û cotkarê ji Qamişlo Weysî Wetê, rewşa berhemên avî nirxand û destnîşan kir ku cotkaran heta niha 2 caran berhemên xwe av daye û dest bi avdana sêyemîn kiriye.

Wetê da zanîn ku pêdiviya mewsima îsal bi 5 avdanan heye û bang li aliyên têkildar kir ku dayîna mazotê ji bo avdanê bi paş nexin.

Rêveberiya Xweser îsal bi rêya Desteya Çandiniyê, plana çandina 30 milyon donim weke mewsimê avî daniye.

Ji bo vê jî mazot û semadê li gorî komîteyên çandiniyê dide cotkaran.

Back to top button