Konferansa Kurd a 17. bi qebûlkirina encamnameyekî bi dawî bû

17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropayê bi qebûlkirina encamnameyekî bidawî bû
Di encamnameyê de banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin
Her wiha banga naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî hate kirin

17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropayê pêk hat

Konferans roja duyemîn bi qebulkirina encamnameyeke bi dawî bû.

Di encamnamê de destpêkê behsa erdheja ku navenda wî Mereşbû hate kirin

Hat diyarkirin ku sedema wendahiyên giran polîtîkayên rantê û pergala yekperest a Tirkiyê ye.

Ji ber erdhejê rawestandina çalakiyan ji aliyê PKK’ê ve divê bibe du alî

Konferansê destnîşankir ku daxwaza girtina partiya demokratîk a gelan-HDP’ê nayê qebûlkirin û divê muxalefeta Tirkiyê di vê mijarê dehelwest nîşan bide.

Her wiha bang li Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê jî hate kirin ku li dijî girtina HDP’ê helwestekî zelal nîşan bidin

Di encamnameyê de tecrîda li dijî Rêber Apo bi awayeke derqanûnî hate destnîşankirin Û hate xwstin ku deriyê Îmraliyê divê tavilê bê vekirin

Ji yekîtiya Ewrop, Konseya Ewropa bi taybetî jî CPT hata xwestin ku dawî li rewşa derqanûnî ya li Îmraliyê bînin û destûr bêdayîn parêzer biçim Îmraliyê

Konferansê xwest bi şertê çareserkirina pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û diyaloga di navbera PKK û dewletê de ji nû ve destpêbike.

Pêkhateyan bang li civaka navdewletî kirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî nasbikin

Di encamnameyê de êrişên Tirkiyê yên bi balafirên bêmirov ê biçek ê li ser Rojava, Mexmûr û Şengalê hate bibîrxistin û hate xwestin ku êriş tavilê rawestin.

Li dijî gerîla bikaranîna çekên kîmyewî hate bîrxistin bang li Neteweyê Yekbûyî û OPCW û dadgeha cezayê ya navnedeweyî hate kirin ku ji bo îdayên bikaranînan çekên kîmyewî lêkolîn bikin û bikevin nava liv û tevgerê.

Konferansê berpirsiyariya Yekîtiya Ewropa û Welatên ewropayê di peymana Lozanaê de berî sedsalê hatiye îmzekirin bibîrxist û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd xwest ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Di encamnameyê de hate gotin ku ew piştgirî didin berxwedana Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi durşma Jin Jiyan Azadî didome.

“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Abdulah Ocalan azad bibe”

Konferansa Kurd a 17. li Ewropayê hat lidarxistin

Back to top button