Li Başûrê Kurdistanê Kampanyaya komkirina alîkariyê ji bi mexdûrên erdhejê didome. Nûnera HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş diyarkir ku wan kampanya alîkariyê ji bo mehekê dirêj kirin. Her wiha welatiyên Başûr banga tevlîbûna kampanyayê kirin.
Kampanyaya komkirina alîkariya ji mexdûrên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê didome.
Nûnera HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş ji Rojnews re axivî û diyarkir ji ber pêwîstiyên mexdurên erdhejê zêde ne, dema kampanyê tê dirêjkirin.
Nûnertiya HDP li Hewlêrê dema kampanya alîkariyê dirêj kir
Nûnera HDP’ê bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku hîn zêdetir tevli kampanya alîkariyê bibin.
Di çarçeveya vê kampanyayê de Hizba Şuî ya Kurdistanê li Hewlêrê alîkariya ku ji bo mexdurên erdhejê komkiribû, gihand Nûnertiya HDP’ê.
Hizba Şuî ya Kurdistanê li Başûr alîkariya komkiriî gihand nûnertiya HDP’ê
Derbarê alîkariya ku hatiye komkirin de Endamê Malbenda Hizba Şuî ya Kurdistanê li Hewlêrê Zahir Resul aixîvû û got: “Em tevlîbûna xwe ya ji bo kampanya HDP’ê wek erkekê dibînin û em piştgiriyê didinê.”
Xelkê Şarezûrê banga tevlîbûna kampanya alîkriyê kirin
Welatiyên bajarokê Şarezûr jî di derbarê kampanyayê de ji Rojnews’ê re axivîn û banga hîn zêdetir beşdarbûna kampanyayê li welatiyan kirin.


