Malbata kilîm ya ji Wargeha Penaberan a Mexmurê ku 8 meh berê penaberî Siwîsra bûbûn, vê sibê di serde-girtina malê de hatin binçavkirin.
Malbata Nuri kilîm ku daxwaza penaberiyê li siwîsrayê kiribûn, li malê hatin binçavkirin û ji bo wan dersînor bikin, birin balafirgeha Hirvatistan.
Hikumeta siwîsrayê piştî 8 mehan ev daxwaza wan ya serlêdana penaberiyê red kiribû.
Li gori agahiyan, malbata kilim li Zûrîhê diman û di mala xwe de hatin binçavkirin.
Mehmet Nurî û hevjîna wî Viyan ji aliyê polîsan ve hatibûn kelebçekirin.
Hejayê gotinê ye ku polîsan zaroka wî bi darê zorê li koorîdorê ragirtin û çavê Mehmet Nurî girêdan û birin.