Dadgeha Tirk derbarê parlementera Kurd Semra Guzel de biryara girtinê da

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel pêr hatibû binçavkirin . Duh piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin û dadgeha dagirkeriya Tirk jî biryara girtinê da û wê şand girtîgehê. HDP’ê jî derbarê girtina Semra Guzel de diyar kir ku wê kurd li dijî van êriş û zextan serî netewînin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû rakirin pêr li Stenbolê hatibû binçavkirin.

Semra Guzel duh sewqî dozgeriya Stenbolê hat kirin.

Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” Semra Guzel îfade da Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.

Piştî girtina îfadeyê, Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Enqereyê hat kirin.

Dadgehê derbarê Guzelê de biryara girtinê da.

HDP: Rojên hesabpirsîna ji vê desthilatdariyê nêzîkin

Têkildarî girtina parlementerê wan, HDP’ê jî bi daxwiyaniyê bertek nîşanî hedefgirtina parlementeran da..

HDP’ê got: “Çawa wek partiyek siyasî li dijî feraseta AKP’ê em têdikoşin, em ê li dijî her cure êrîşên wan jî têbikoşin.

Heta siyasetmedarên me azad bibin û sûcdar bên darizandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Pervîn Bûldan: Me ti carî serî netewand û em ê netewînin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di merasima biranîna salvegera 29 a qetilkirina Parlamenterê Partiyê ya Partiya Demokrasiyê (DEP) Mêrdînê Mehmet Sîncar bû û nirxandin kir.

Pervîn diyar kir ku di navbera Tirkiyeya beriya 29 salan û ya îro de tiştek nehatiye guhertin û got:

Îro jî hestiyên kurdan di kîsikan de radestî bavê wan tê kirin.

Hestiyên kurdan bi kîsikan bi kargoyê ji dayikên wan re dişînin.

Ya ku li kurdan rewa tê dîtin zilm e û hîn jî dewam dike.

Pervîn Bûldan balkişand ser rêbazê binçavkirina Perlementera HDP’ê Semra Guzel û ev yek got:

Kiryara ku doh li hemberî wekîla me Semra Guzel hate kirin û ya di salên 1990’î de li Mehmet Sîncar û hevalên wî hate kirin weke hev in.

Hewldana serî tewandina parlamentera me Guzelê ji wan re bû derseke baş.

Em ê tu car serî netewînin û çok nedeynin.

Ayşe Surucu: Pergala heyî pergaleke ku dijminatiya jinan dike ye

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu têkildarê şêweyê girtina Semra Guzel bertek nişan da

Ayşe diyarkir ku kesên wêneyên wan bi kujerên jinan re derketine şerm nakin Semra Guzel hedef didin nîşandan û got: “Pergala heyî pergaleke ku dijminatiya jinan û dijminatiya kurdan dike ye.

Semra Guzel bi rêbazek qirêj hat binçavkirin û girtin.

Bi vê re dixwazin peyamek vekirî bidin kurdan û bi taybetî jî jinên kurd.

Ne duh, ne îro ne jî sibe kes ji me serî natewîne.

Semra Guzel ne bi tenê ye. Heta dawiyê em li gel rêhevala xwe ne.

Sarûhan Olûç: Hûn ê çok danîna gelê Kurd nebînin

Serokparlamenterê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî li ber Edliyeya ku Semra Guzel lê hatî girtin daxuyaniyek da.

Olûç bertek nîşanî Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Sûleyman Soylu da û got: “Senoryoyek ku berê hatî amadekirin gav bi gav tê pêkanîn.

Soylu yê ku kamera amade kirî û erk dayî memûran, plan dikir ku stû li Semra Guzel bide tewandin.”

Saruhan Oluç destnîşan kir tevî vê yekê jî Semrayê stuyê xwe netewand û bang li Soylu kir ku tu wê di emrê xwe de çok danîna gelê Kurd nebînin.

Back to top button