Semra Guzel bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin

Parlamentera HDP’ê Semra Guzel ku sewqî Edliyeya Stenbolê hat kirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel ku parêzbendiya wê hatibû rakirin, demildest ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve, derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Semra Guzel, duh li Stenbolê hat binçavkirin û îro sewqî edliyeya Stenbolê hat kirin.

Guzel ku bi saetan li Edliyeya Stenbolê hat ragirtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi rêya deng û dîmen îfadeya wê ji aliyêSerdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat girtin..

Piştî girtina îfadeyê, Guzel bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê hat kirin.

Back to top button