Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehba û Eyn Îsayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran derdora Eyn Îsayê û gundên Şehbayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk a dagirker gundên herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.

artêşa dagirkeriyê gundên Eyn Deqne, Bêlûniyê û Miniq yên Şehba bi dijwarî topbaran kirin.

li gorî hin agahiyan, hêzên Rûsya çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li gundê Kefer Xewaş ya Ezazê topbaran kir.

Her wiha artêşa Tirk û çeteyên wê kampa Eyn Îsa, rêya M4 û gundê Mûelek bi dijwarî topbaran kirin.

Balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li asîmana Eyn Îsayê piştî topbaranê jî difiriya.

Ev topbaran jî dibe sedema ku şêniyên wê deverê li malên xwe ranezên û jiyana wan di metirsiyê de be.

Back to top button