“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê Abdulah Ocalan azad bibe”

Konferansa Kurd a 17’emîn li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin.
Di konferansê de behsa tecrîda li dijî Rêber Apo hat kirin.
Û hat gotin ku divê beriya her tiştî Rêber Apo bê azadkirin.

Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 17’emîn li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin.

Konferans, her sal ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyeyê ve tê lidarxistin.

Konferans îsal, bi duruşmeya ‘Jin Jiyan Azadî bi sernavê ”Yekîtiya Ewropayê Rojhilata Navîn Kurd” hat organîzekirin.

Konferans doh ango 8’ê Adarê destpêkir û di roja ewil li ser mijarên weke Tecrîd û Êrişên li ser rojava nîqaş hate kirin.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê-Tirkiyeyê balkişand li ser tecrîdê û diyar kir ku ji bo çareseirya pirsgirêka kurd divê pêşî Rêber Apo azad bibe.

Endama Rêveber ê heman Komisyonê Dr. Dersîm Dagdevîren di konfernasê de axivî.

Dersîm Dagdevîren îşaret bi modela demokrasiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û got:

”Dewleta Tirk bê navber li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dixe.

Çima hêzên navneteweyî dengê xwe ji dewleta Tirk re nakin. Divê deng bê derxistin.”

”Divê hêzên navneteweyî li hember êrîşan bêdeng nemînin”

Di beşa duyemîn de jî mijara êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser Rojva hat niqaşkirin.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed derbarê mijarê de axivî

Îlham Ehmed li dijî êrişên tirkiyê helwesta dewletên ewropî rexne kir.

“Tirkiye li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne divê lêpirsîneke serbixwe were kirin”

Endamê Desteya Şêwirmendiya Zanistî ya Doktoran a ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) biyolog Jan van Aken jî têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla axivî.

Jan van Aken xwest, ku derbarê mijara êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî di asta navneteweyî de bi rengekî serbixwe lêpirsîn bê kirin.

Naço Sançes Amor jî ku roportorê berpirsiyê yê Yekîtiya Ewropayê yê maseya Tirkiyê ye, weke sprîz beşdarî Kongreyê bû.

Konferans qediya û tê payîn ku di saetê pêş de bi encamnameyekî bi dawî bibe.

Back to top button