Balafirên Tirk Geliyê Sîva yê Amediyê bomberan kir

Piştî artêşa Tirk a dagirker duh li Bamernê komkujî pêk anî, vê sibê dest bi bombebaranakirina Geliyê Sîva yê navçeya Amediyê bombebaran kir.

Li gorî Roj Newsê ku agahiyên xwe dispêre dezgehên ragihandinê yên xwecih balafirên şer ên Tirk serê vê sibê Geliyê Sîva yê navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kiriye.

Heya vê kêliyê ti zanyariyek der barê encamên êrişê de bidest neketiye.

Duh balafirên şer ên Tirk seyrangeha Sêweserê ya Bamernê bombebaran kiribûn û di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dabûn û zarokek jî birîndar bû.

Back to top button