Êrişên Artêşa Tirk yên li dijî herêmê bê naver dewam dikin.
Îro dîsa dagirkeran gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran kir.
Vê sibehê artêşa dewleta Tirk gundê Qinetirê û Soxanekê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran kir.
Hat ragihandin ku nêzî 17 obus li deverên navborî ketin.
Heman artêşê gundê Hesacik û Simoqa yên Şehbayê û bendava wê topbaran kir.
Doh êvar jî derdora gundên Um El-Qura, Semûqa û Bendava Şehbayê bûn armaca topên dagirkeran.
Hate ragihandin ku artêşa dagirker derdora 20 guleyên obîsan li gundên navborî barand.