Midûrê karên nivîsan ê ajansa Mezopotamya hate binçavkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistan desthilata Erdogan li dijî ragihandin û rojnamegeriya muxalif zext, êrişên xwe didomîne.

Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk doh êvarê li mala xwe ya Stenbolê hate binçavkirin.

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) jî ragihand di salekê di li Tirkiyê û Bakurê Kurdistan hezar 460 nûçe hatin astengkirin doz li 61 rojnamevan hatine binçavkirin, 62 rojnameger girtî ne.

Desthila Erdogan li Tirkiye û Bakurê Kurdistan, êrişên xwe yên li dijî ragihandina muxalîf didomîne.

Doh êvarê Midûrê Karên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, li mala xwe ya li navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat binçavkirin.

Hate ragihandin Ferhat Çelîk bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” kiriye hatiye binçavkirin,

Tê payîn ku îro çelîk ji bo darizandinê derxînin dadgehê.

Li Tirkiyê di saleke de 61 rojnameger hatin binçavkirin 62 jî girtîne

Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) jî rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a Sala 2021’an bi civîneke çapameniyê eşkere kir.

Di civînê de Hevserokê Komeleyê Serdar Altan axivî û raporê salê ya amade kiribûn xwend kir.

Serdar Altan, diyar kir ku di nava salekê de êriş li 55 rojnamegeran hatiye kirin, 2 rojnameger hatin kuştin, 61 rojnameger hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin û îşkence li 23 rojnamegeran hate kirin.

Altan, destnîşan kir ku gef û zexta sîxuriyê li 11 rojnamegeran hatiye kirin, 102 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de hatine astengkirin û li girtîgehan 17 caran mafên rojnamegeran hatine binpêkirin.

Di beşa “Binpêkirina azadiya îfadeyê û ramanê ya li dijî rojnamegeran” a raporê de jî hate ragihandin ku 54 rojnameger ketine ber lêpirsînê, doz li 51 rojnamegeran hatiye vekirin,

Li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal û 8 meh û 21 roj cezayê girtîgehê û 72.206 TL jî cezayê pere hatiye birîn û dosya darizandinê yên 746 rojnamegeran hene û 62 rojnamevan jî hê girtî ne.

Back to top button