Baregeha Amerîkayê “Herîr” a li Hewlêrê hat bombekirin

Baregeheke hêzên Amerîkayê ya li ber balafirgeha Hewlêrê bû armanca êrişa bi dronan.
Lê têkildarî ecncama wê tu agahî nehatine parvekirin.

Baregeha “Herîr” a hêzên esmanî yên Amerîkî li Hewlêra Başûrê Kurdistanê, serê vê sibê (sêşemê), bû armanca êrişên 4 dronan.

Ev baregeh bi Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ve ye û hejmareke mezin a leşkerên Amerîkî lê dimîne.

Li gorî agahiyan, sîstema parastina esmanî ya Amerîkî 2 dron anîne xwarê.

Ji nîvê meha cotmehê ve û piştî gurbûna şerê Xezayê yê di navbera Israîl û Hemasê de baregehên Amerîkî li Sûriyê û Iraqê dibin armanca êrişan.

“Berxwedana Islamî li Iraqê”: Em êrişî hêzên Amerîkyê dikin

Li hêleke din jî, Amerîkayê hejmareke balafirên dron ji esmanê baregehên xwe anîne xwarê û dibêje ku ew ê bersivê bide êrişkaran.

Koma bi navê “Berxwedana Islamî li Iraqê” duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 4 bargehên leşkerî yên Amerîkî bi 6 êrişan kirine armanc û hîna jî gefên êrişên din li Amerîkayê xwar.

Back to top button