HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û sersaxî ji malbatên wan û gelê Kurd re xwest.

HPG’ê bi daxuyaniyeke nasnameya 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir.

HPG got: Di encama êrişên dijmin yên meha Îlonê de hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger şehîd bûn.

Têkildarî kesayet û jiyana gerîlayên şehîd HPG’ê ev tişt anî ziman: “Zarokên bi wêrek ên gelê Kurd mîlîtanên hêja hevrêyên me bi îdîa û biryardariyek mezin tevlî têkoşîna azadiyê bûn.

Hevrêyên me Koçerîn, Botan, Rênas û Şevger ku ji derveyî serkeftinê tiştek din qebûl nekirin bûn mîlîtanên mînak ên PKK û PAJK’ê.”

Di serî de ji malbatên şehîdan re, HPG ji tevahî gelê Kurdistanê re sersaxiyê xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Koçerîn Rojîn
Nav û Paşnav: Sabahat Guneş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Marya
Navê Bav: Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Botan Cûdî
Nav û Paşnav: Omer Kulter
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Meryem
Navê Bav: Mahmût
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rênas Sason
Nav û Paşnav: Mûhammer Ezneb
Cihê Jidayikbûnê: Maku
Navê Dayik: Xanim
Navê Bav: Qasim
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şevger Amed
Nav û Paşnav: Îbrahîm Halîl Yeşîldenîz
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik: Emîne
Navê Bav: Huseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 15’ê Îlona 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Back to top button