Li Şedadê xebatên belavkirina Mazotê dest pê kir

Komîteya Sotemeniyê bi koordîneya Komîteya Aboriyê ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê dest bi belavkirina mazota germkirinê li şêniyên navçeyê û gundên wê kir.

Komîteya Sotemeniyê ya navçeya Şedadê bi armanca peydakirina pêdiviyên şêniyan, dest bi xebatên belavkirina mazotê li şêniyan kir.

Xebatên belavkirinê bi rêya komînan tên meşandin.

Komîn daxwaznameyên şêniyên bi rêya kertên diyar, werdigirin.

Endamê rêveberiya Komîteya Aboriyê ya navçeyê, Hesen Feyad destnîşan kir ku xebatên belavkirinê bêastengî didomin.

Li gorî Feyad, para her malbatekê 300 lître ye.

Buhaya her lîtereyekê 325 lîre ye.

Back to top button