Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk piştgirî da xwepêşandanên li Siwêdayê

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li Qamişlo daxuyaniyek da û piştgiriya xwe bi xwepêşandanên li Siweydayê re ragihand.

Endamê meclisê Ebdulwehab Xelîl daxuyanî xwend û ev tişt hat gotin:

“Em destekê didin tevgera aştiyane ya ku banga şoreşa mirovahiyê dike, ji bo ku bi rûmet û azad bijîn.

Em bi yekitiya Sûriyê û pêkhateyên wê, derxistina hêzên dagirker ji Sûriyê bawer in.”

“Divê ciwanên Sûrî xwedî li tevgera aştiyane ya çalak derkevin”

Ciwanên Sûriya Demokratîk bang li ciwanên Sûriyê kir ku xwedî li nasnameya xwe ya nîştimanî û serxwebûna biryara xwe derkevin û wiha hat gotin:

“Divê ciwanên Sûrî girîngiyê bidin diyaloga bi tevahî aliyan û kesayetên sûrî re yên ku bi azadiyê, demokrasiyê û pirrengiyê bawer in.

Bi şêwazekê ku asoyan ber bi çareseriya sûrî-sûrî, dûrî destwerdana derve vebibe.

Xwedî li tevgera aştiyane ya çalak derkevin ji ber ku bingeha van xwepêşandanan, cewherî û rastteqîn in.”

Meclîsê di dawî de da zanîn ku ew armanc dikin Sûriyeke bê zordest û pêşerojeke azad û bi rûmet dûrî tevahî şêwayên cudabûnê, tundrawiyê û girêdanê, ava bikin.

Back to top button