“Pêwîst e Kurd li seranserî Kurdistanê li dijî biryara girtina HDP’ê derkevin”

Endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Kardo Mihemed da xuyakirin ku Tirkiye dê nikaribe bi astengkirina HDP’ê, bi ser bikeve.

Kardor got ku rêya tekane ya çareseriyê, dayîna mafên Kurdan e, ji ber ku girtin û qedexekirin piştî ceribandinan, ji bilî malwêraniyê ti tişt bi xwe re neaniye.

Endamê KNK’ê Xalid Qadir jî da zanîn ku dewleta Tirk ji demokrasî û jiyana hevbeş a gelan ditirse û got:

“Serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinan de, Tirkiye ji hingê ve tengav kiriye, ji ber vê yekê li dijî Kurdan dest bi tevgera leşkerî kiriye.”

Xalid Qadir bang li tevahiya Kurdan kir ku li seranserî Kurdistanê li dijî biryara dadgeha Tirkiyê ya girtina HDP’ê derkevin.

Back to top button