“Em dixwazin li gundê xwe bi rengekî ewle bimînin”

Gundê Dîbîsê li başûrê Eyn Îsayê dibin armanca êrîşên dagirkeriya Tirk û gundiyên wê ev 2 hefte ji ber êrîşan li çolan radizên û malên wan wêran bûne.. Şêniyên gund daxwaza sekandina êrîşan û vegera ewlehiyê kirin…

Dagirkeriya Tirk li Eyn Îsayê bi taybet sivîlan dike armanca êrîşên xwe….

Gundên Hoşan, Mielleq, Xalîdiye, Mişerfe, Cehbel, Seyda û Dîbîsê yên tijî sivîl timî tên topbarankirin.

Malên sivîlan li van 6 gundên navborî ji ber topên dagirkeran hilweşiyane..

Gundê Dîbîsê li başûrê Eyn Îsayê û li ser rêya M4 e, dagirkeriya Tirk ji baregeha xwe ku bi kîlometreyekê dûrî gund e, dide ber topan.

Tevî vê hovîtiya dijmin jî, şêniyên Dîbîsê gundê xwe bernedane û her gorêdayî axa xwe ne..

Fatima ya ku ji ber êrîşan ev 2 hefte ne neçar maye li derve bimîne, dibêje jiyana wan û zarokan di metirsiyê de ye û ewlehî tine..

Ev 2 hefte em li çolan dimînin…

Nîvê şevê bi hawanan li malên me xistin.

Mala me hemû şewitî.

Me çi kiriye.. çi gunhê me ye?

Em ji vê yekê re dibêjin êdî bes e.

Em dixwazin li mala xwe, li gundê xwe bi rengekî ewle bimînin.

Mihemmed Îsa mîna Fatimê ji ber êrîşên Tirkiyê bandoreke mezin li mala wî hatiye û her tiştê di malê de hûr hûrî bûne..

Ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk derûniya zarokan nebaşe, lewera keça Ayşe Mihemmed ya astengdar rewşa wê girantir bûye….

Keça min astengdar e, ji ber van êrîşan rewşa wê bêhtir nebaş bûye.

Em hêvî dikin ku ev êrîş bisekinin û ziyan li sivîlan nebin.

Çi gunhê me û van zarokan heye….

Gerek ev zarok bi xweşî bijîn ne di nava xwîn û tirsê de.

Back to top button