Danîmarka wergirtina zarokên welatiyên xwe yên Kampa Holê lêkolîn dike

Hikumeta Danîmarkayê avakirina têmekê ji bo lêkolînkirina vegerandina zarokên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.
Wezareta derve ya Danîmarkayê teqez dike ku ji bo kesên di nava DAIŞ’ê de şer kirine, wê ti carî rêya vegerê ji wan re tune be.

Wezareta Derve ya Danîmarkayê ragihand, ku hikumeta Danîmarka û piraniya partiyên parlamenê, avakirina tîmekê ji bo lêkolînkirina awayê vegerandina zarokên xwe yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku Kopinhagin dê rêkarinan ji bo başkirina rewşa van zarokan, li ser maweyeke kurt, bigire.

Li gorî Wezareta Derve ya Danîmarkayê, 19 zarokên Danîmarkayî ku temenê wan di navbera 1-14 salan de ye li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, her wiha 6 dayîkên ku dixwazin vegerin Danîmarkayê jî hene.

Daxuyaniya wezaretê destnîşan dike ku kesên tevlî refên DAIŞ’ê bûne û li dijî demokrasî, azadî û wekheviyê şer kirine, rê ji bo vegera wan nayê dayîn.

Wezîrê Derve yê Danîmarkayê Jeppe Kofod derbarê mijarê de got, tiştê hevbeş di navbera me hemuyan de, xwesteka me ya alîkarîkirina zarokan e.

Gelek alî daxwaz li hikumtê dikin ku bi berpirsyariyên xwe yên qanûnî û siyasî li beramber van zarokan rabe û di zûtirîn dem de wan vegerîne ji ber ti sûcên wan tune ye û ew ti gefê li ser civaka Danîmarkayê çênakin.

Danîmarka yek ji welatên Ewropa yên ku vegera kesên tevlî şer bûne red dike û parlamena welêt qanûneke awarte pesend kir, li gorî wê, hikumet dikare nasnameya Danîmarkayî ji kesên tevlî rêxistinên terorîst bûne, bikişîne.

Komek parêzer dijî Macron dosyeyek da Dadgeha Ceza ya Navnetewî

Komek parêzer û akademîsyen li hemberî serokomarê Fransayê Emmanûel Macron ê ku hemwelatiyên xwe yên endamên DAIŞ’ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nagire, dosyeyek da Dadgeha Cezayê ya Navnetewî.

Serokomarê Fransayê ji sala 2019’an û vir ve red dike ku jin û zarokên DAIŞ’ê yên li kampan werbigire û derxîne ber edaletê.

Parêzer û akademîsyen jî bi hinceta ku sûcê şer kiriye, derbarê Macron serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî da.

Fuad Hisên daxwaza çareserkirina rewşa mirovî nava kampa Holê kir

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên jî li civîna Koalisyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê, derbarê rewşa aloz ya li Kampa Holê axivî.

Fuad Hisên daxwaza çareserkirina rewşa mirovî ya malbatên di nava Kampa Holê de kir û got ku divê rê neyê dayîn fikrê çeteyan di nav kampê de belav bibe.

Hisên got ku hikumeta Iraqê ji bo vegera penaberan ya bi daxwaza xwe xebatek mezin kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên bal kişand ser rewşa li Suriyê û xwest ji bo aloziya Suriyê ku bandorê li Iraqê jî dike, çareseriyek siyasî were dîtin.

Back to top button