Ferhad Baqir: Divê rêxistinên mafên mirovan sûcên li herêmên dagirkirî eşkere bikin

Derbarê êrîşa dewleta Tirk ya dagirker a li ser goristana şehîdan ya Efrînê, parêzer Ferhad Baqir berteka nîşan da û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku derbarê mijarê lêpirsînê vekin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 14’ê tîrmehê li Efrînê bi dehan gorên şehîdan vekir û cenazeyên wan jê derxistin û hewl da weke gorên komî nîşan bide.

Derbarê mijarê de parêzer Ferhad Baqir axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya belavkirina van îdiayan dixwaze destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibe.

Ferhad Baqir got ku Tirkiyê ditirse ku civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas bike, ji ber vê yekê rastiyan berovajî dike û hewl dide Rêveberiya Xweser reş dike.

Baqir da zanîn ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî sûcan pêk tîne û divê hesab jê were xwestin.

Parêzer Ferhad Baqir bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku komîteyekê ava bikin, da ku rastiyan û sûcên dermirovî li herêmên dagirkirî eşkere bikin.

Back to top button