Li Berlînê konferansa tenduristî a ji bo Rojava

Li paytexta Almanya Berlînê, ji bo rewşa tenduristî ya rojavayê Kurdistanê konferansek bi amadebûna gelek doktor û kesayetên bi karê tendirûstî re mujûl dibin hat lidarxistin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewrûpa Abdulkerîm Omer, Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa û bi navê zanîngeha Rajava Ebîr Hesaf di konferansê de axivin.

Ciwan Mistefa: Pêwistiya Rojava bi sîstemeke tenduristî heye

“Li hemberî xeteriya jiyanî ya li ser 6 milyon mirovên li herêmê, divê em sîstemeke nû ya tenduristiyê ava bikin.

Li Rojava nexweşiya kolêrayê bandor li zêdeyî 17 hezar kesî kir.”

Mistefa li gel kêmaniya alavên tenduristiyê işaret bi pirsgirêkên nebûna xebatkarên tenduristiyê jî kir û got ku divê piştgiriya fakulteyên tibê yên li Rojava bê kirin.

“Pêwistiya fakulteya tib a Rojava bi piştgiriyê heye

Ji Zanîngeha Rojava Ebîr Hessaf jî li ser xebatên li fakulteya Tib ya Rojava axivî û got: “Heta niha 330 xwendekarên me çêbûn. Piştî 6 salan ku perwerdeya xwe bi dawî bikin, weke doktorên giştî tên amadekirin..

Divê piştgirîya fakulteyên li vir bê kirin.”

Back to top button