Qezyaya trafîkê li ser rêya Hesekê-Qamişlo

Îro li ser rêya navnetewî ya di navbera Qamişlo û Hesekê de, 2 qezayên trafîkê çêbû, kesekî jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.

Nûçeghanê me ragihand ku qezaya trafîkê ya yekemîn li ser rêya bajarokê Til Tewîl pêk hat.

Qezaya duyemîn jî, li nêzî gundê Bako rû da.

Li gorî nûçeghanê me, ev qezayên trafîkê, ji ber barîna barana zêde, erebe şemitîn û ji rê derketin.

Di encama herdu qezayan de, kesekî jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

Back to top button