Li gel valakirina dewleta Tirk ji nuqteyên xwe yên li Hemayê, hêza xwe li başûrê Idlibê zêde dike.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk kerwaneke leşkerî û alavên lojistîk û leşkerî, derbasî nuqteya xwe ya nû ya li gundê Qûqfîn a Cebel El-Zawiyê kir.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku dewleta Tirk baregeha Mork bi temamî vala kiriye û dest bi valakirina nuqteya xwe ya Şîr Megar a Cebel Şehşibo li Bakur-Rojavayê Hemayê kiriye.