Li Viyanayê 5 kes hatin kuştin 11 jî birîndar bûn

Li Ewropayê ji aliyê Erdogan û hin hêzan ve; fikr û êrîşên tundrew zêde dibin. Di encama vê yekê de, şevê din li paytexta Awisturya Viyanayê, êrîşek pêk hat û 4 kes hatin kuştin. Tevî vê jî, Erdogan hîn axaftinên xwe yên sorkirina çeteyan didomîne û idia dike ku li Ewropayê zexta li hember Mislimanan zêde bûye.

Li Ewropayê careke din êrîşeke tundrew pêk hat.

Li paytexta Awusturya Viyanayê, şêvê din nêzî qada kinîşte û Civata Çandê ya Cihûyan, çend êrîş pêk hatin.

Polîsên Viyanayê serê sibehê daxuyaniyek da û diyar kir ku, yek jê polîs, 4 kes ji aliyê êrîşkaran ve hatine kuştin û 14 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Polîsê, rewşa 7 kesan giran e.

Polîsên Viyanayê her wiha ragihand ku yek ji êrîşkaran hatiye kuştin û hin ji wan bi saxî girtine.

Wezîrê Karê Hundir: Êrîşkarê hatî kuştin alîgirê DAÎŞ’ê bû

Wezîrê Hundir ê Awusturyayê Karl Nehammer jî diyar kir ku polîsan gelek madeyên teqemeniyê di mala êrîşkarê hatî kuştin de, dîtine.

Li gorî Nehammer, ev êrîşker alîgirê DAÎŞ’ê bû.

Piştî êrîşên li bajarê Nice û Liyon ên Fransayê, êrîşa li Viyanayê rastî bertekan hatin.

Amerîka û Ewropa li dijî êrîşên tundrew banga yekîtiyê kir

Serokwezîrê Awisturalyayê Sebastîan Kurz anî ziman ku Ewropa bi awayekî giştî di bin xeteriya êrîşên terorî de ye.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel jî êrîş şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo Viyanayê anî ziman.

Serokê Amerîkayê Trump jî li ser hesabê xwe yê twîtterê êrîş şermezar kir û got:

Divê terorîstên îslamî dawî li êrîşên xwe yên li hember sivîlên bêhguneh bînin. Amerîka li dijî terorîstên îslamî, li gel Fransa, Awisturya û hemû welatên Ewropayê ye.

 Erdogan dîsa eşkere piştgiriya xwe bo çeteyan ragihand

Balkêş e tevî van êrîşan jî, Erdogan duh di nirxandineke xwe de dîsa hêzên tundrew sor kir û idia kir ku li Ewropayê êrîşên dijî Mislimanan gihîştiye asta herî jor.

Li dijî axaftinên bi vî rengî, beriya niha Wezîrê Îmaratê yê Karên Derve Enwer el-Qerqaş Bang li welatên Ewropayê kir ku li dijî Tirkiyê bibin yek.

Erebîstan Siûdî jî heman bang kiribû ku li hember piştgiriya Erdogan a hêzên terorîst û îxwaniyan tedbîran bigrin.

Ji bo tedbîrên li hember zindîkirina DAIŞ û pêşxistina fikrê îslama tundrew, serokê Fransayê Makron di nava hewldanan de ye.

Hikumeta Fransî ragihand ku ew ê rêxistina Gurên Boz a girêdayê Tirkiye ji hev bixin.

Hêjayî bibîrxistinê ye sala 2018’an bi awayekî eşkere Erdogan gef li serokwezîrê Awûstûrya xwaribû ku, wê encamên xerab ji ber biryara wê demê ya girtina mizgeftan li welatê wan vegere.

Back to top button