Pêncwênî: Şerekî ku li Başûr biqewime wê li hemû Kurdistanê belav bibe

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze di nava Kurdan de şer derxîne û diyar kir ku ger li başûr di nava Kurdan de şer biqewime wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêcnwênî têkildarî amadekariyên PDK’ê ku dixwaze li başûr li dijî gerîla şer bike axivî.

Mihemed Emîn Pêncewînî ragihand ew çend rojin zengila xeteriya şerê Kurd bi Kurd tê lêdan û got;

“Eger şer biqewime wê ne tenê şerê PDK û PKK’ê be, dibe ku bibe şerê hemû Kurdan, wê bibe şerê Bakur û Başûr, wê bibe sedema lewazbûn û bê nirxkirina doza Kurd a li hemû cîhanê.”

Pêncwênî da zanîn ku PKK û PDK bibin yek wê doza Kurd bi pêş de biçe na ger her du hêz şerê hev bikin wê doza Kurd tune bibe.

Mihemed Emîn Pêncwênî bang li rayedarên PKK’ê, PDK’ê, YNK’ê û rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û hemû hêzên siyasî yên Kurd kir ku bibin yek bi hevre pêşî li planên dijminên Kurdan bigirin.

Back to top button