Partiya Alman SSW: PKK ne terorîst e, divê qedexeya li ser wê were rakirin

Partiya Yekîtiya Hilbijartiyan a Başûrê Schleswîgê (SSW) serî li Meclîsa Eyaleta Schleswîg-Hosteîn da û xwest qedexeya li ser PKK’ê were rakirin.

Partiya Yekîtiya Hilbijartiyan a Başûrê Schleswîgê, bi armanca ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ a Yekîtiya Ewropayê bê derxistin serî li Meclîsa Eyaleta Schleswîg-Hosteîn da.

Serokê Partiya SSW’ê Flemmîng Meyer daxuyanî da û diyar kir ku Kurd ne terorîst in û parçekirinê naxwazin.

Flemmîng Meyer ragihand ku qedexekirina PKK’ê li Elmaniya çok danîna li ber Tirkiyeyê ye.

Flemmîng Meyer di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ne tenê qedexeya li ser PKK’ê were rakirin, her wiha divê hikûmeta Alman firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestîne.

Hêjayê bi bîrxistinê ye beriya niha dadgeha bilind a Belçîkayê jî bi biryareke ragihand ku PKK ne rêxistinek terorîst e.

Back to top button