Aşûta berfê ya li Wanê jimara qurbanan gihaşt 39 kesan

Li navçeya Mîksê ya bajarê Wanê ekîba ku çû kesên di bin aşûtê de mane xilasbikin bi xwe di bin aşûteke din de man. Di encama her du aştûtan de hejmara kesên ku jiyana xwe dest daye gihîşt 39 kesan.

Saziya Lezgîn a Tirkiyê (AFAD) ragihand ku dîsan lêgerîn dane destpêkirin û di encamê de cenazeyeke welatiyek din hat dîtin.

Bi dîtina cenazeyê vî kesî, jimara kesên ku di bin aşûtê de mane gihîşt 39 kesan.

Roja sêşema borî li navçeya Mîksê ya bajarê Wanê aşût li ser erebeyek welatiyan de hatibû xware.

Ekîba ku çû kesên di bin aşûtê de mane xilasbikin bi xwe di bin aşûteke din de man.

Derbarê hejmara kesên dibin aşûtê mayîn , heya niha agahiyek zelal nehatiye girtin.

Back to top button